Iraq petrola Basrayê rojê bi 450 tankêran dişîne Tirkiyê

Iraq petrola Basrayê rojê bi 450 tankêran dişîne Tirkiyê

PeyamaKurd – Hukumeta Bexdayê ji ber Hurmiz girtiye nikare petrola xwe di Hurmizê de bifroşe bazara dinyayê vê carê berê xwe daye bi neqla bi tankêran ku di ser Kurdistanê de bişîne lîmana Ceyhanê.

Iraq rojane 90 hezar varêl dişîne Kerkûkê û ji Kerkûkê di xetên petrolê de dişîne Ceyhan a Tirkiyê da bifroşe bazara dinyayê.

Bi neqla petrola Basrayê, ji bo Kerkûkê maliyeta petrolê li ser Iraqê giran dibe û ji bo her varêla petrolê di navbera 10 heya 12 dolaran pere didin neqliyê.

Li gor rêjeyên fermî; heya niha 180 hezar varêl petrol gihaye tesîsên Kerkûkê. Li gor vê rewşê rojane 450 tankêr li ser rêya Basra Kerkûkê diçin û tên.

Tankêrekî heya ji Basrayê tankêrê dadigre û digihê Kerkûkê, di navbera 48 seet û 72 seetan de wext derbas dike.

Navbera Basrayê û Kerkûkê 320 km ye. Kapasita xeta petrolê ya Kerkûkê rojane 500 hezar varêle. Parêzgerê Kerkûkê Rebwar Taha ragihandiye ku parêzgeh vê pêngavê bi temamî destek dike.