PeyamaKurd - Iraq û Tirkiyeyê li ser vegerandina serweriya tam a dewletê li navçeya Şingalê û gav bi gav radestkirina bingeha leşkerî ya Başîka-Zilkan a Tirkiyeyê ji bo Hikûmeta Federal a Iraqê li hev kirin.
Ev lihevkirin di navbera Serokwezîrê Iraqê Elî Felih El-Zeydî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan de li Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê pêk hat. Li gorî daxuyaniya hevpar, Iraq dê serweriya qanûnê li Şingalê pêk bîne û hebûna hêzên çekdar ên biyani yên qedexekirî bi dawî
bike, li hemberî vê yekê jî Tirkiye dê leşkerên xwe li bingeha Başîkayê bi nexşeyeke demî radestî Bexdayê bike.
Her du aliyan her wiha li ser xurtkirina bazirganiya dualî, projeyên hevpar û bi taybetî li ser lezkirina projeya Rêya Pêşketinê li hev kirin.