PeyamaKurd- Brîtanya, Farnsa û Almanya soz dan ku wê Iraqê ji bandora dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê biparêzin. Ragihandin ji serokkomariya Iraqê hat kirin ku serokwezîr Adil Abdulmehdî balyozên 3 dewletan bo hevdîtinan qebîl kiribû û ragihandin piştî van civînan hat kirin.
Di ragihandinê de hat gotin ku van her sê dewletan bi peymana nukleerî ya Îranê re girêdayî mane, wê piştgiriya her halê Bexdayê bikin û nehêlin ku Iraq bikeve ber bandora van dorpêçan.
Li gor ragihandina balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê ku nivîskî hatibû kirin, bo Iraqê 45 roj wext hatibû dayîn ku dev ji kirîna xazê, elektrîkê, xida û pêdiviyên dinan ji Îranê, berde. Hecma bazirganiya navbera Iraq û Îranê salewext li dora 12 mîlyar dolariye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin