Iraqê li sînorê Siûdî Fermandariya Hêzên Çolê ava kir

Iraqê li sînorê Siûdî Fermandariya Hêzên Çolê ava kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ji bo ku ewlehiya li wîlayeta Musenayê ya li ser sînorê Erebistana Siûdî û rêgirtina êrîşên derveyî sînor, biryara avakirina "Fermandariya Operasyonên Çolê" da. Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şerwan Dubardanî ragihand ku ev hêza nû xwedî armanca girtina valahiyên ewlehiyê yên li deverên fireh ên çolê ye.

Ev gava stratejîk piştî wê yekê hat ku di navbera Bexda û Riyadê de ji ber îdîayên êrîşên ji axa Iraqê alozî derketibû.

Erebistana Siûdî di 28ê tîrmehê de grûpên çekdar ên iraqî bi encamdana êrîşên bi dronan li ser tesîsên xwe yên enerjiyê tewanbar kiribû.