Îşareta ku DYAyê da ku dibe givaşên ser Sûriyê rake, dilê Sûriyê xweş kir

Îşareta ku DYAyê da ku dibe givaşên ser Sûriyê rake, dilê Sûriyê xweş kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûriyê, Piştî serokê DYAyê Donald Trump got ku dibe givaşên ser Sûriyê rake, daxwuyaniyê bi dilxweşî pêşwazî kir. Wezareta karên derve ya Sûriyê li ser gotinên Trump bi nivîskî daxwuyanî da û gotinên Trumpî weka:

“Ji bo êşa ku xelkê Sûriyê kişandiye bi dawî bike, pêngavekî cesûrane ye.”

Di daxwyaniyê de hat gotin ku givaş bo rejîma hilweşandî ya Beşa Esad e lê îro raste rast xelkê Sûriyê dikeve wê hedefê û dibin asteng li pêşiya xelkê Sûriyê ku xwe bide hev û ji nûh de Sûriyê ava bike. Di daxwyaniyê de hat gotin ku goya xelkê Sûriyê dixwaze givaşên ser wan bi temamî rabe û weha dewam dike:

“Wê ev pêngav li welat û herêmê destekê bide aştiyê, îstîqrarê û geşepêdanê û wê deriyekî bo hevkariya navdewletî yê dewreyekî nûh veke.”

Berya Trump dest bi seredana xwe ya Rojhilata Navîn bike, li ofîsa Oval de di civîna çapemeniyê de gotibû:

“Em bi serokkomar Erdoğan re li ser mijara Sûriyê hinek xebatan dikin. Divê em li ser givaşan jî biryarekî bidin. Em dikarin givaşên ser Sûriyê rakin ji ber em dixwazin derfetekî destpêkê bidin wan.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.