Lavrov: Ewropa li dijî me di şer de ye

PeyamaKurd – Lavrov di çalakiyekê de ku li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê li paytext Moskowê hate lidarxistin, axivî.
Sergey Lavrov diyar kir ku Rûsya li dijî leşkerên Nazî şer dike, got,
“Di demekê de ku hin hêz piştgirî dan rejîma nijadperest û dijberê Rûsyayê ya Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, ku meşeke meşaleyî organîze kir, leşkerên ku ew şandibûn şer, nîşanên leşkerên Nazî li ser milên xwe li xwe kirin û ew di bin alên Nazî de li dijî me bûn yek.”
Lavrov got ku leşkerên ku behsa wan tê kirin, hewl didin ku têkçûneke stratejîk li Rûsyayê bikin, wekî ku di demên berê de kirine, û divê dersên dîplomatîk ên ji demên berê hatine girtin neyên jibîrkirin.
Lavrov tekez kir ku ev ders pir biqîmet in û got,
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.“Ew bi taybetî di rewşa heyî de pir biqîmet in. Hema hema tevahiya Ewropayê, ku di bin ala Naziyan de hatiye gazîkirin ku çekan hilde, niha bi me re şer dike.”





