Îsraîlê cara yekemîn hişyarî da û li paytexta Yemenê xist

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê yekem car banga tehlîyekirina hin deverên paytexta Yemenê Sanayê kiriye û piştre jî êrîş kiriye.
Li gorî nûçeya AFPê ku agahiyên xwe dispêre medyaya Hûsiyan, Îsraîlê êrîş bir ser paytext Sanayê.
Rojnameya Îsraîlê Maarîvê jî ragihand ku Îsraîlê yekem car beriya êrîşî Yemenê bike, daxuyaniyekeye hişyariyê daye raya giştî.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ji bo valakirina balafirgeha Sanayê banga lezgîn kir û yekser çû biryargeha leşkerî ya Kirya ya li Tel Avîvê.
Hate ragihandin ku demeke kurt piştî vê hişyariyê Sana hatiye bombekirin. Hîn ziyanên êrîşê zelal nebûne.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




