Trump, dest ji şerê bi Hûsiyan re berda

Trump, dest ji şerê bi Hûsiyan re berda

PeyamaKurd – Ji meha Adarê heya niha leşker û balafirên DYAyê bê rawestan li Hûsiyên Yemenê dixin ku Hûsî bi desteka Îranê hene. Trump ragihand ku êdî Hûsî naxwazin şer bikin û got:

“Hûsî teslîm bûn. Di bÊjin wê êdî êrîşê keştiyan nekin û keştiyan bombe nekin.”

Serokê DYAyê Trump ragihandina xwe di wexta serokwezîrê Kanadayê Mark Carney li Koşka Sipî pêşwaziya wî dikir, ragihand ku Hûsî ji Trump re xeberê jê re şandine û gotine wê êdî şer nekin û êrîşî keştiyan nekin. Trump got:

“Hûsî ragihandin ku wê êdî şer nekin. Em ê jî ji vê daxwazê re rêz bigrin û bombekirina wan rawestînin. Teslîm bûn û dibêjin wê êdî keştiyan bihewayê nexin.”

Li ser pirsa rojnamevanan ku ji Trump pirsîn bê çawa xeberê ji Trump re şandine de, Trump got:

“Ji kerema xwe êdî me bombe nekin û em ê jî êrîşê keştiyên we nekin. Xebera ku ji min ra hat ji çavkaniyekî ciyê baweriyê ye hat.”

Trump çavkaniya xwe aşkera nekir.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.