Li Muglayê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatine dayîn; Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi şîdeta 4.4 pileyî çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Deryaya Egeyê di saet 08:36an de bi lerza 4.4 erdhejek çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 14,57 kîlometreyan de çêbûye. Erdhej li navçeya Datça ya Muglayê û derdora wê jî hat hîskirin.
Li gorî daneyên AFADê; Herî dawî, li Mugla Marmarisê saet di 06.39an de erdhejek bi şîdeta 3.8 pileyî çêbû. Kûrahiya erdhejê 9.98 km bû.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




