Hindistan: “Me li avahiyên bingehîn yên terorê xist, ne li tesîsên leşkerî”

Hindistan: “Me li avahiyên bingehîn yên terorê xist, ne li tesîsên leşkerî”

PeyamaKurd – Di 22yê Nîsanê de li Keşmîrê di êrîşa terorê de 26 geştiyar hatibûn kuştin û 20 kes jî birîndar bûbûn. Li ser rûdanê Hindistanê Pakistanê ji bûyerê berpirs girtibû.

Bûyer heya niha mezin bû û Hindistanê bi fuzeyan li sê ciyên Pakistanê xist. Pakistanê got ku wê bersiva Hindistanê bide. Hindistan weha got:

“Me li avahiyên bingehîn yên terorê xist, ne li tesîsên leşkerî”

Ajansa Reutersê ragihand ku li Pakistanê li herêma Keşmîrê gelek teqîn çêbûne. Piştî teqînan elektrîka bajêr hat birîn. Berdevkê artêşa Pakistanê got ku Hindistan li Pakistanê dixe û pakistanê kiriye hedefa xwe.

Hindistan dibêje ku Pakistan li hinek deverên Hindistanê terorê destek dike û tiliya Pakistanê di gelek tiştan de heye.

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.