Li Îtalyayê 3 balafirên akrobasiyê li hev ketin

Li Îtalyayê 3 balafirên akrobasiyê li hev ketin

PeyamaKurd – Li Îtalyayê tîma akrobasiyê ya bi navê Frecce Tricolori ku girêdayê artêşa Îtalyayê beşa hêzên  hewayî ne, li hewayê 3 balafirên tîmê lihev ketin.

Balafir xwepêşandanê li Girava Pantelleria li hewayê dikirin, her sê balafir li hev ketin lê şansê wan ew bû ku ti kes tê de nemir û mecbûr man xwe danîn erdê. Balafirekî ji wan di dema xwe danî, ji ser pîstê derket.

Tîmên mudaxeleyê yên lezgîn yekser mudaxele kirin. Di qezayê de 2 pîlot bê zerar rizgar bûn. Pîlotê dinê bi îhtîmala lingê wî şikestibe, birin nexweşxanê.

Sedema qezayê nehat zanîn lê çapemeniya Îtalyayê dibêje ku dibe li hewayê bi çûkan re li hev ketibin. Di balafiran de xesara mezin çêbûye.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.