Trump: “Dibe ez jî roja Pêncşemê herim Îstenbolê”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser zîrwa Îstenbolê ya navbera Rûsya û Ûkraynayê got:
“Civîna Îstenbolê gelek girînge. Fikra min ew e ku encamên baş ji civînê derên. Dibe ez jî bo civînê herim Îstenbolê.”
Trump, berya dest bi geşta xwe ya Rojhilata Navîn bike li Ofîsa Oval de, li ser rojeva Rûsya-Ûkraynayê daxwuyanî da. Trump, behsa hevdîtinên ku roja Pêncşemê li Îstenbolê bêkirin, kir. Trump weha dewam kir:
“Di 15ê Gulanê roja Pêncşemê civîna ku Rûsya û Ûkrayna bikin gelek girîng e. Ez gelek dixwazim ku ew hevdîtin bibe. Fikra min ew e ku wê tiştnên baş ji encama civînê derên. Difikirim ku Zelenskiy û Putin jî li wê derê bin.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




