ENKSê ji bo îqameyan spasiya Herêma Kurdistanê kir

ENKSê ji bo îqameyan spasiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd- Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), spasnameyek belav kir ku tê de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rakirina sizayên li ser îqameyên Sûriyan kir.

Nûnertiya ENKSê di spasnameya xwe de, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, Beşa Peywendiyên Iraqî û Kurdistanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-S kir.

ENKS da zanîn ku piştî hevdîtinên berdewam ji bo dîtina çareseriyan, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar derxist û sizayên li ser îqameyên Sûriyan efû kirin.

Herwiha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê diyar kir ku, ew ji nêzîk ve rewşa penaberan dişopînin û ew di hemahengiya li gel aliyên peywendîdar de ne. 

Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.