Azerbaycan li hember derket ku li ser navê Îsraîlê casûsan li Îranê bicîh kiriye

Azerbaycan li hember derket ku li ser navê Îsraîlê casûsan li Îranê bicîh kiriye

PeyamaKurd – Muşawirê serokkomariya Azerbeycanê Hikmet Haciyev li ser ku di çapemeniyê û medya civakî de hat gotin:

“Dewleta Azerbeycanê, Azerbeycaniyan wekî etnîkî li ser navê Îsraîlê li Îranê wekî casûs bicîh kiriye.”

Van gotinan bi dezenformasyonê binav kir û derewand. Hacıyev, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand:

“Hinek organên medyayê û di ser hesabên xwe yên medya civakî de ku dibêjin Azerbeycanê Azeriyan wekî etnîkî li Îranê li ser hesabê Îsraîlê bi casûsî bicîh kiriye, ev gotin bi temamê derewin û koka wan tine. Van gotinên beredayî û xeyalî ti eleqa wan bi rastiyê tine.

Van gotina bi zanîn parve dikin û dezenformasyonin. Em redda van gotinan dikin.”

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.