Sûriyeyê qada xwe ya hewayî ji nû ve vekir

PeyamaKurd – Desteya Giştî ya Firîna Sivîl a Sûriyeyê, îro roja Şemiyê ragihand ku qada wê ya hewayî ji bo firînê ji nû ve hatiye vekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Biryar hatiye dayîn ku qada hewayî ya Sûriyeyê ji bo trafîka hewayî ya sivîlan bi tevahî were vekirin."
Ev biryar piştî wê yekê hat ku Urdun û Lubnanê ragihandin ku ew qada xwe ya hewayî ji bo geştan vedikin. Di heman demê de, Desteya Hewayî ya Sivîl a Iraqê ragihand ku qada wê ya hewayî heta saet 13:00ê îro bi dema herêmî ya Bexdayê girtî ye.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




