Seroka meclisa eyaletê û hevjînê wê di malê de kuştin û senator û jina wî birîndar kirin

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Minnesota seroka meclisa eyaletê ya ji Partiya Demokrat Melissa Hortman û zilamê wê Mark Hortman di malê de hatin kuştin. Kujer cilên polîsan li xwe kir, çû mala wan û di malê de ew kuştin.
Heman êrîşker çû mala senatorê eyaletê ya John Hoffman, wî û jina wî di malê de birîndar kir. Li ser bûyeran parêzgerê eyaletê yê Minnesota Tim Walz û rayedarên eyaletê civîna çapemeniyê kirin. Waltz got:
“Seet di 02.00an de kesekî bi cilên polîsan diçe mala seroka meclisa eyaletê ya Demokrat Melissa Hortman. Wê û zilamê wê Mark Hortman bi çekê dikuje. Melissa Hortman û zilamê wê Mark, vê sibê bi sedemekî siyasî, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.”
Walz, ragihand ku heman kujer di heman bajarî de senatorê Demokrat yê eyaletê John Hoffman û jina wî seet di 03.00an de birîndar dike. Gelek caran bi guleyan li senator û jina wî dixe lê wan birîndar dibin nexweşxanê. Walz weha dewam kir:
“Her dû Hoffman niha ji emeleyatê derketin. Rewşa wan baş xwuya dike. Em xweşbînin ku wê baş bibin.”
Walz, ragihand ku tevger tevregekî şiddetê ya siyasiye.
Rayedarên polîsan bûyerê piştrast kirin û gotin ku kujer demekî kurt bi polîs re şer kiriye û paşî reviyaye. Polîs dest bi operasyonekî berfireh kiriye, hêzên asayîşa eyaletê û FBIyê destekê didinê.
Dema serokê DYAyê Trump ji bûyerê agahdar kirin Trump got ku wê musamahayê nîşanî êrîşên weha nedin. Trump got:
“Her kî kiribe, wê bi qederê qanûn îznê didin, di asta bilind de bê darziandin. Wê musamaha nîşanî vê şiddetê nedin. Xwedê xelkê Minnesotayê biparêze. Ciyekî pir xweşe.”
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




