Letîf Reşîd û Serokê Dadgeha Federal civiyan: Divê pirsgirêka mûçeyan bê çareserkirin

PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê Dadwer Casim Mihemed Ebûd, îro 15ê Hezîranê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Komara Iraqê, di hevdîtinê de Serokomar Reşîd tekezî li ser "dîtina çareseriyeke dawî ji bo pirsgirêka dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor destûr, yasa û biryarên Dadgeha Federalî" kir.
Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Serokê Dadgeha Federalî jî piştrast kiriye ku "pêwîst e krîza mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gorî yasayê were çareserkirin."
Ev hevdîtin û daxuyanî di demekê de ne ku Wezareta Darayî ya Iraqê heta niha jî mûçeyê meha Gulanê yê mûçexwarên Herêma Kurdistanê neşandiye.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




