Medya Îsraîlê: IDFê êrîşî fermandarên Hûsiyên Yemenê kir

Medya Îsraîlê: IDFê êrîşî fermandarên Hûsiyên Yemenê kir

PeyamaKurd- Medyaya Îsraîlê ragihand ku hêzên hewayî yên artêşa Îsraîlê (IDF), êrîş fermandarên Hûsiyan ên li Yemenê kiriye ku serokê wan Ebdulmelîk El Hûsî jî bûye armanca vê êrîşê.

Çavkaniyekî leşkerî ev agahî daye rojnameya Jerusalem Post û gotiye, "Em ê di demeke nêzîk de bizanin ka êrîş serketî bûye yan na."

Rojnameya Haaretz jî daye xuyakirin, êrîş li ser serfermandarê Hûsiyan Mihemed Ebdulkerîm El Xemerî hatiye kirin.

Li gorî Reutersê, Hûsiyan ragihandiye ku wan di 24 saetên dawî de bi hevkariya Îranê, moşekên balîstîk ber bi bajarê Yafa yê Îsraîlê ve avêtine.

Hûsiyan gotiye, ev êrîş beşeke "bersiveke li dijî êrîşan û piştgiriya filistîniyên li Xezeyê" ne.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.