Ji Trump daxuyaniyeke nû bo Îranê: Em dikarin...

Ji Trump daxuyaniyeke nû bo Îranê: Em dikarin...

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrîşên ser Îranê re nîne û herwiha hişyariyeke tund da Îranê.

Trump got ku ew dikare bi hêsanî dawî li nakokiya xwînî ya di navbera Îran û Îsraîlê de bîne û diyar kir, “Ti pêwendiyên Amerîkayê bi êrîşa îşev a li Îranê re nîne.”

Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da Îranê û ragihand: “Bi her awayî eger êrîşek li me bê kirin, hemû hêz û şiyana artêşa Amerîkayê bi awayakî ku we berê nedîtiye dê were ser we.”

Ji bo çareseriyê jî Trump got, “Em dikarin bi hêsanî lihevhatinekê di navbera Îsraîl û Îranê de pêk bînin. Em dikarin bi hêsanî vê nakokiya xwînî rawestînin."

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.