IDF: Berê rampayên fuzeyan dabûn ser me û me bi 70 balafiran li wan xist

IDF: Berê rampayên fuzeyan dabûn ser me û me bi 70 balafiran li wan xist

PeyamaKurd – Radyo ya artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê dewam dikin. Artêşê got ku balafirên artêşa Îsraîlê rampayên fuzeyan yên ku berê wan dabûn nav Îsraîlê ji nav birine û ji 20an zêdetir fermandarên Îranê kuştine. Di daxwuyaniya artêşa Îsraîlê (IDF) de weha hat gotin:

“Balafirên hêzên hewayî û İHAyên bêmirov li rojavayê Îranê rampayên fuzeyan yên ku berên wan dabûn nav axa Îsraîlê, berya ku fuzeyan bavêjin me li wan da. Alavên hewayî yên ku ketin seha hewayî ya Îranê rampayên fuzeyan tesbît kirin û bilez li wan dan. Bi vî awayî me ber li êrîşên pêşiya me yên nav deverên hundir yên Îsraîlê girt.”

IDF, di daxwuyaniyeka xwe ya dinê de got ku artêşa Îsraîlê ji 70 balafiran zêdetir, ji rojavayê Îranê heya Tehranê karibûne serbest tevbigerin.

IDF, li ser êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê jî weha got:

“Îranê, bi çar pêlan li dora 200 heb fuzeyên balistik avêtin me. 50 ji wan fuzeyan li gor protokolê me ber li wan negirt ji ber diketin sehayên vala. Yên sîstema bergiriyê derbas dikirin gelek kêm bûn.”

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.