Li Beştepe ya Ankara civîna ewlehiyê hat kirin

Li Beştepe ya Ankara civîna ewlehiyê hat kirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Ankara li Kulliya Beştepe di Kulliya serokkomariyê de civîna ewlehiyê ya di bin serokatiya serokkomar Recep Tayip Erdoğan de hat kirin. Di civînê de li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê rawestiyan.

Kesên tevî civîne bûne wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, wezîrê berevaniyê Yaşar Güler, serokê MİTê İbrahim Kalın û berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik in.

Di civînê de li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê, xebatên dîplomatîk yên bo rawestandina şer, bandora şer ya li ser herêmê û dinyayê, tedbîrên ku bên sitendin û li hemberê pêşdeçûnan tedbîrên ku Tirkiyê bistîne hatin guftûgokirin.

Erdoğan, li ser şerê navbera her dû dewletan, bi lîderên Saûdi Arabistan, Misir, Urdin, Sûriye û Pakistanê heya niha axifiye.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.