2 fermandarên artêşa Îranê di êrîşê de hatin kuştin

2 fermandarên artêşa Îranê di êrîşê de hatin kuştin
PeyamaKurd – Du fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar ên Îranê di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin ku tevahiya şevê berdewam kirin.

Televîzyona Press TVê ya Îranê îro sibê ragihand ku Cîgirê Serokê Fermandariya Giştî Mehdî Rabbanî û Cîgirê Fermandarê Parastina Hewayî Tuxgeneral Xulamreza Mehrabî di êrîşa Îsraîlê ya li ser Tehranê de hatine kuştin.

Hûrgiliyên derbarê êrîşa ku herdu fermandarên payebilind ên kuştî de nehatin parvekirin, lê tê texmînkirin ku ew di êrîşên Îsraîlê de yên bo Tehranê hatine kuştin.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.