Îsraîlê vê carê Baregeha Noje ya Hemedanê kir armanc

PeyamaKurd- Rêze êrîşên Îsraîlê yên ji beyaniya 3yê 13ê Hezîranê ve bi ser Îranê de dest pê kirine nava rojê jî berdewam kirin.
Hate ragihandin ku Îsraîlê li bajarê Hemedanê du êrîşên moşekî pêkanîn.
Li gorî medya Îranê, Baregeha Asmanî ya Noje ya Hemedanê du caran bi moşekan hate hedefgirtin.
Ti daxuyaniyeke fermî li ser ziyanên vê êrîşê nehatin belavkirin.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




