YEyê daxwaza aramiyê ji Îsraîl û Îranê kir

YEyê daxwaza aramiyê ji Îsraîl û Îranê kir

 

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen li şerê Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da.

Wê di daxuyaniya xwe diyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku xwe û welatiyên xwe biparêze, lê di heman demê de bang li hemû aliyên li Rojhilata Navîn kir ku aramiyê biparêzin û rageşiyê kêm bikin. 

Von der Leyenê got:

“Parastina aramiya herêmî pir girîng e. Ez bang li hemû aliyan dikim ku bi aramî tevbigerin û hewldanên dîplomatîk bidin berdewamkirin da ku aloziyên zêdetir neqewimin.” 

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.