Seferên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo 4 welatan hatin betalkirin

Seferên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo 4 welatan hatin betalkirin

PeyamaKurd- Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu ragihand ku, ji ber zêdebûna metirsiya ewlehiyê ya li herêmê ku piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên ser Îranê rû daye, geştên asmanî yên ji Tirkiyeyê ber bi Îran, Iraq, Sûriye û Urdunê ve heta 16ê Hezîrana 2025an roja Duşema bê hatine betalkirin.

Li gorî vê biryarê, hemû kompaniyên balafiran, bi taybetî jî THY, seferên xwe yên ber bi van welatan ve rawestandin. Ji rêwiyên ku plan kiribûn ji Diyarbekirê bi rêya transferê biçin van welatan hate xwestin ku ji bo ku ji ber betalkirina seferan zirarê nebînin, berê xwe bidin balafirên alternatîf.

Hate tekez kirin ku, bi taybetî ew kesên ku plan dikin ji Diyarbakirê bi rêya Stenbol an Enqereyê biçin welatên Rojhilata Navîn, divê rewşa balafirên xwe kontrol bikin.

Uraloğlu destnîşan kir, "Li gorî geşedanên heyî, tedbîrên pêwîst ji hêla şîrketên me yên hewayî ve hatine girtin û rêyên firînê ji nû ve hatine plansazkirin da ku qadên asmanî yên bi rîsk neyên bikaranîn. Berî her tiştî ewlehiya rêwî û ekîbê tê û xebatên maseya krîzê ya têkildarî pêvajoyê jî didomin."

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.