Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa Îsraîlê ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê û bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina nakokiyan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev kiryar dê aştî û aramiya herêmê têk bibe û xeteriyê li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî ava bike.

Serokatiyê hişyarî da ku rûbirûbûnên leşkerî dê rewşê bêtir aloz bike û bang li civaka navneteweyî kir ku di vê demên krîtîk de bi lez tevbigere da ku pêşî li zêdebûna aloziyan bê girtin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.