Devlet Bahçelî: Ji bo ewlehiya Tirkiyê divê Îsraîl bê rawestandin

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên berfireh ên Îsraîlê bi ser Îranê de nîşan da.
Bahçelî diyar kir ku êrîşa terorî ya bi navê "Şêrê Bilindbûyî" ya ku nîvê şeva borî bi armanca lêxistina bernameya nukleerî ya Îranê hat kirin, rûyê hov û xwînrêj ê Îsraîlê careke din eşkere kiriye.
Bahçelî destnîşan kir ku rawestandina Îsraîlê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê û ji bo aştî û aramiya herêmê berpirsiyariyeke dîrokî ye û got, “heke ev berpirsiyarî were înkarkirin an jî paşguhkirin, pirsgirêkên nediyar wê derkevin holê.”
Bahçelî ragihand ku Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li ser wê bîrê ye ku divê rê li ber Îsraîlê bi awayekî bêguman bi karanîna hêzê bê girtin û diyar kir,”Tu alternatîfek din nemaye, ji ber ku gotinên bêyî pratîkê bêbandor bûne û hewldanên dîplomasî û diyalogê di her fersendê de bandora xwe winda dikin.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




