Di êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê de 3 kesan can da û 91 kes birîndar bûn

Di êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê de 3 kesan can da û 91 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Duh bi şev, Îranê wek tolhildanê êrîşî Îsraîlê kir. Di çarçoveya êrîşan de, gelek mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Her çend piraniya mûşekan ji hêla sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê ve hatin têkbirin jî, hin mûşek li deverên nîştecihbûnê, nemaze li Tel Avîvê, ketin.

Di saetên sibê de, Îranê pêleke nû ya êrîşan li Îsraîlê da destpêkirin. Ev êrîş li Tel Avîvê bûn sedema wêraniyeke mezin û di encamê de 3 Îsraîlî canê xwe ji dest dan û 91 kes birîndar bûn.

 Li gorî agahiyan, piştî êrîşên Îranê, dibe ku Îsraîl tola xwe hilîne û tesîsên petrol û gaza xwezayî yên Îranê bike armanc.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.