Îsraîl: Piraniya fermandarên hêzên asmanî yên Îranê hatine kuştin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand ku, di encama êrîşa berfireh a Îsraîlê li ser herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên pilebilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdarên hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir, Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Wezaretê got: “Wezîrê Berevaniyê hatiye agahdarkirin ku piraniya serkirde û fermandarên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran di dema civîna xwe de li baregeheke binerdî hatine kuştin."
Herwiha ajansa Reutersê jî bi zarê du çavkaniyên taybet ên Îsraîlê belav kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê, herî kêm 20 fermandarên bilind ên Supaya Pasdaran, di nav wan de Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Elî Hacizade jî heye, di êrîşan de hatine kuştin.
Supaya Pasdarên Îranê jî piştî vê daxuyaniyê, kuştina Emîr Elî Hacizade piştrast kir.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî jî ragihand, "95 kes bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û 26 kesên din jî sivik birîndar bûne ku li cihê bûyerê hatine dermankirin."
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




