Iraqê piştî êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyaniya ewil da

Iraqê piştî êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyaniya ewil da

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser çend bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî "şermezar kir" û daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku civîneke bilez li dar bixe û tedbîrên berbiçav werin girtin da ku pêşî li dubarebûna van êrîşan were girtin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Avvadî di daxuyaniyeke nivîskî de got:

“Êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Îranê binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û prensîbên Neteweyên Yekbûyî ye. Ev yek gefê li aştî û ewlehiya cîhanî dixwe.”

Avvadî diyar kir ku êrîş di dema danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de pêk hatine û got:

“Peyamên şermezarkirinê êdî têrê nakin. Civaka navneteweyî divê gavên pratîkî û astengker bavêje. Em daxwaz dikin ku KENY civîneke lezgîn li dar bixe û tedbîrên biryardar werin girtin.”

Wî her weha tekez kir ku ger mekanîzmayên heyî ne bes bin, divê civaka navneteweyî diyalogeke cidî li ser çarçoveyên alternatîf ên nû dest pê bike da ku edalet û hesabpirsînê misoger bike. Avvadî pabendbûna Iraqê bi serwerî, redkirina karanîna hêzê û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan dubare kir.

Êrîşên Îsraîlê li Ser Îranê

Di saetên nîvê şevê de, Îsraîlê êrîşên asmanî li paytexta Îranê Tehran, Tebrîz, Tesîsa Nukleerî ya Netanzê li Îsfahanê, û bajarên Loristan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê kir. Di encamê de, General Mihemed Baqirî, Serfermandarê Giştî yê Îranê, General Huseyîn Selamî, Fermandarê Sipaya Pasdarên Şoreşê, û 6 zanyarên nukleerî mirin.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.