Li bajarê Mêrdînê xortekî Sûriyeyî di kanala avê de wenda bû

Li bajarê Mêrdînê xortekî Sûriyeyî di kanala avê de wenda bû

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Dêrikê xortekî ji Sûriye yê bi navê M.M.(22) ket ava kanalê û tê de wenda bû. Tîmên lêgerînê niha lê digerin da ew bibînin.

Bûyer, li gundê Ovalıyê di kanala aîdê Karên Avê yê Dewletê (DSİ) de çêbû. M.M. xwestiye xwe di avê de hînik bike lê ji ber çav wenda bûye û li ser bûyerê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye, SAK û AFADê çûne ciyê bûyerê. Xebatên tîman dewam dike.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.