Ji bo kêmaviya li Hewlêrê 2 milyar dînarên din hate terxankirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi erêkirina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du milyar dînarên din ji bo çareserkirina kêmaviyê ji bo Hewlêrê hate terxankirin.
Parêzgeha Hewlêrê îro 12ê Hezîranê ragihand, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw civînek li dar xist, da ku li ser kar, proje, plan û bernameyên çareserkirina pirsgirêka avê û şopandina karê projeyên hawarhatinê yên lezgîn ên avê li Hewlêrê û girêdana wê projeyê bi torên navxweyî yên nav bajarî, projeya avê ya Quştepeyê û derdora wê binirxînin.
Di çarçoveya wê civînê de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bal kişand ser plan û bernamekirina wan projeyên ku di salên dawiyê de bi piştgirî û fermana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê li Parêzgeha Hewlêrê hatine encamdan. Parêzgarê Hewlêrê got, “Me qonaxên pir baş birîne û me kariye gelek pirsgirêkan çareser bikin.”
Omêd Xoşnaw behsa şopandina karên projeya hawarhatinê ya lezgîn a ava Hewlêrê û girêdana projeya ava lezgîn a Hewlêrê bi torên navxweyî yên nav bajarî û projeya avê ya Quştepeyê û derdora wê kir û got, “Niha 78% ya karên projeya hawarhatinê ya ava lezgîn a Hewlêrê û 90% ya karên girêdana wê projeyê bi torên navxweyî yên nav bajarê Hewlêrê re qediyane.”
Xoşnaw diyar kir, “Heta nîvê Tîrmeha îsal, hin ji taxên di navbera cadeya Reşkînê û cadeya Koyeyê de li derveyî cadeya lezgîn a 120 metreyî ne, ku pêştir ji ber daketina asta ava binerd hevrûşî kêmaviyê bûn, ji ber vê projeya stratejîk, av digehe taxên wan û arêşeya avê namîne.”
Li ser projeya ava Quştapeyê ku niha 40% ya karên wê temam bûne jî Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku, biryar e kar di Mijdara îsal de karên wê biqedin. Xoşnaw got, “Projeyan bi gelemperî qonaxên baş birîne û di demeke nêzîk de piraniya pirsgirêkên avê çareser dikin.”
Di civînê de, Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku, elektrîka 24 saetî ji bo bîrên ku ava vexwarinê ya paqij didin malan tê dabînkirin. Herwiha ferman da parêzgehê ku tankerên avê ji taxên ku pirsgirêkên kêmaviyê hene re peyda bikin. Di rewşa kêmbûna çavkaniyên avê de jî, tevaya aliyên peywendîdar û nivîsîngehên xizmetkariyan spartin ku di hişyariyeke tevahî de bin û pirsgirêkan bi zûtirîn dem çareser bikin.
Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir ku, li parêzgeha Hewlêrê nabe pirsgirêkên kêmaviyê hebin û wiha axivî: “Ji bo vê mehê jî, bi erêkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du milyar dînarên din wekî rewşeke awarte ji bo çareserkirina kêm û kasî û pirsgirêkan hatine terxankirin. Di meha borî de jî, du milyar û 500 milyon dînar ji bo eynî armancê hatibûn terxankirin.”
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




