Îsraîlê balyozxaneyên xwe yên hemû welatan girtin

Îsraîlê balyozxaneyên xwe yên hemû welatan girtin

PeyamaKurd- Balyozxaneya Îsraîlê li Swêdê ragihand ku, Îsraîlê ji ber destpêkirina êrîşên xwe yên li ser Îranê, tevaya balyozxaneyên xwe li welatan girtine.

Balyozxaneya Îsraîlê ya Swêdê îro 13ê Hezîranê eşkere kir ku, Îsraîl ji ber şerê îro bi Îranê re dest pê kir û ne diyar e kengî dê biqede hemû balyozxaneyên xwe li welatan daxistin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku îro danê sibehê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Ew êrîş pir baş bûn, êrîşên din jî wê hebin."

Li aliyê din çavkaniyên Îsraîlî dane xuyakirin, Îsraîl niha hewl dide Amerîkayê razî bike ku tevlî êrîşên dijî Îranê bibe.

Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê jî daxwaz ji welatiyên Îsraîlê yên tevaya cîhanê kir ku, nasnameya xwe eşkere nekin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.