PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Prensê Cîgir ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman, duh, roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, civiyan. Di vê hevdîtinê de, wan li ser rewşa dawî ya herêmê, di nav de êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya li ser civînê de hat ragihandin ku her du serokan girîngiya kêmkirina rageşiyê, nermbûnê û çareserkirina nakokiyan bi rêyên dîplomatîk nîqaş kirin. Her wiha, wan tekezî li ser hevkariya ji bo misogerkirina ewlehî, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn kir.
Qesra Spî diyar kir ku Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re jî hevdîtinek kiriye.
Ji aliyekî din, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî bi Trump re axivî. Berdevkê Starmer ragihand ku di van axaftinan de, Brîtanyayê fikarên xwe yên cidî li ser bernameyên nukleerî yên Îranê careke din aniye ziman.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.