Erdogan li ser êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkieyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû rageşiya li herêmê zêde dike û got:
"Rêveberiya Netanyahû bi kiryarên xwe yên bêperwa, êrîşkar û bêqanûnî ne tenê herêma me, lê hemû cîhanê jî dixe nav karesatê."
Erdogan got: "Divê civaka navneteweyî êdî dawî li şerxwaziya Îsraîlê bîne ku aramiya cîhanî û herêmî hedef digire."
Erdogan tekez kir ku Tirkiye her tim alîgirê aştî û hiqûqa navneteweyî bûye û hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê pêşîn in.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




