Barrot: Fransayê di navbera Tirkiye û HSDê de navbeynkarî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi nameyekê bersiv da nameya senator Pascal Savodelli ku daxwaza piştevaniya Fransayê li hember êrîşên Tirkiyê ji bo Kurdên Sûriyê kiribû.
Jean-Noel Barrot di nameya xwe de dibêje, Fransa Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diparêze û hewlên xwe yên ji bo aramiya li herêmê didomîne.
Barrot da zanîn ku welatê wî di navbera HSD û rayêdarên Tirkiyeyê de jî navbeynkarî kiriye.
‘Kurd hevalbendên me ne’
Nameya Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot:
“Fransa rewşa Kurdên li Sûriyeyê bi baldariyeke taybet dişopîne ku hevalbendên me yên dîrokî yên têkoşîna li dijî terorîzmê ne.
Zexta giran û bixwîn a Beşar Esed a li ser gelê xwe ku ji sala 2011an û pê ve dewam kir, yekser bû sedem ku gefa terora DAIŞ'ê zêde bibe.
Li hemberî vê gefê, wekî Fransa me di çarçoveya Koalîsyona Mavneteweyî ya li Dijî DAIŞê de li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê navber têkoşîn meşand.
“Piştî Esed hêviyeke mezin çêbû”
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi ketina rejîma Esed re li Sûriyeyê hêviyeke mezin çêbû.
Li Sûriyeya nû divê Kurd bi rengekî tam û welatiyên wekhev beşdarî ji nû ve avakirina civaka Sûriyeyê bibin, xwedî nasnameya xwe bin û bi taybetî jî mafên wan ên çandî bêne naskirin.
Fransa bi biryar e ku pêvajoyeke derbasbûnê ya siyasî ya aştiyane û her kesî vedihewîne hebe.
Ev nêzîkatî ji aliyê serokkomarê me ve 7ê Gulanê li Parîsê di hevdîtina bi serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de careke din hat piştrastkirin.
‘Ev pêvajo divê hemû pêkhateyan li hev kom bike’
Ev pêvajoya derbasbûnê ya siyasî divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev kom bike.
Peymana pîvanî ya ku 10ê Adarê di navbera Otorîteya Sûriyeyê û HSDyê de hat mohrkirin, ji vî alî ve gava destpêkê ya erênî ye û bi demê re divê ji nû ve yekbûna Sûriyeyê û entegrasyona Kurdan bê pêkanîn.
Wekî Fransa ji bo navbeynkarî û piştgiriya bi diyalogê re me tevkarî li vê pêvajoyê kir û ji bo ev peyman bi temamî bê bicihanîn em piştgiriya xwe ya ji bo dan û standinan dewam dikin.
‘Bi Mezlûm Ebdî re civiyam’
Di vê çarçoveyê de 24ê Nîsanê li Hewlêrê min hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir û pê re timî di nava dan û standinan de me.
Di hevdîtinê de me rê û rêbazên misogerkirina ewlekariya nifûsa Kurd a li bakurrojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Her wiha em hewl didin entegrasyona Kurdên Sûriyeyî bi derdorên herêmî re misoger bikin.
Di navbera Kurdên li bakurrojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Tirk de me karekî navbeynkariyê kir.
Di dan û standinên xwe yên bi rêk û pêk de em bangî rayedarên Tirk dikin ku kêmkirina rageşiyê teşwîq bikin, dawî li rewşa şer bînin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî moduleke guncaw a rêyeke lihevkirinê peyda bikin. Her wiha ji bo hevdîtinên Kurdên Sûriyeyî û Kurdên li Îraqê hêsan bikin, em xebitîn.”
Herwiha diyaloga berdewam a Fransayê bi Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî re piştrast kir û da zanîn ku di 23yê Nîsanê de li Hewlêrê bi wî re hevdîtin pêk aniye.
Barrot, hewldanên navbeynkariyê yên Fransayê di navbera Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de û herwiha di navbera aliyên Kurdî de eşkere kir, ku armanca wan xurtkirina aramiya herêmî û rêgirtina li pêş pevçûnên zêdetir e.
Hikûmeta Fransayê piştî rûxîna rêjîma Beşar Esed piştgiriya xwe ya bihêz ji bo Kurdan nîşan dide û dixwaze roleke dîplomatîk a çalak di avakirina Sûriyeya nû de bilîze, bi awayekî ku doza Kurdî di navenda wê de be.
Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.




