Serok Barzanî û Musena Samerayî pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Hezîranê li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku, di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên herêmê û Iraqê hatin axaftin. Herwiha danûstandin li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê hate kirin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi destûra Iraqê, hevparî û hevsengiyê kir.
Pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî di civînê de hatin gotûbêj kirin.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




