Artêşa Îsraîlê: Me li Sûriyê hejmarek endamên Hemasê girtin

Artêşa Îsraîlê: Me li Sûriyê hejmarek endamên Hemasê girtin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku şeva borî di operasyonekê de li herêma Beyt Cin a li başûrê Sûriyeyê hejmarek endamên Hemasê hatine girtin û bo Îsraîlê hatine veguhestin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê got: "Şervanên Tugeya El Îskenderonî şeva borî li herêma Beyt Cin a başûrê Sûriyeyê operasyonek ji bo girtina terorîstên Hemasê li dar xist."

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku kesên hatine girtin, plana êrîşên li ser sivîl û leşkerên Îsraîlê yên li Sûriyeyê dikirin.

Herwiha bêyî ku hejmara wan bê dayîn, hate gotin ku girtiyên Hemasê bo Îsraîlê hatine veguhestin da ku ji aliyê Yekîneya 504an ve werin lêpirsînkirin. Leşkerên Îsraîlê teqemenî jî di operasyonê de desteser kirin.

SOHR’ê îro ragihandinbû ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Beyn Cin ê li rojavayê Şamê operasyoneke serdegirtinê pêk anî û kesekî sûriyeyî hat kuştin û hin kesên din jî hatin girtin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.