Rejîma Îranê li Girtîgeha Qizilhesara Kerecê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê li Girtîgeha Qizilhesara Kerecê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, doh, roja Çarşemê, 11ê Hezîrana 2025an, rejîma Îranê, 2 girtiyên Kurd, Mesûd Nasirî û Erdeşîr Sultanabadî, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatin bi dar ve kirin.

Hengawê derbarê van her du girtiyên Kurd de diyar kir ku xizmên hev bûn û xwediyê zarokan ne û ji Hersîna Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ne.

Her weha ragihand ku ew berê ji ber tohmetên "madeyên hişbir" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û mehkûmî "bidarvekirinê" hatine kirin.

Hengawê tekez kir nûçeya vê bidarvekirinê van her 2 girtiyên Kurd di medyaya fermî ya rejîmê û ya Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.