Tirkiyeyê piştî êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyaniya ewil da

Tirkiyeyê piştî êrîşên Îsraîlê yên bo Îranê daxuyaniya ewil da

PeyamaKurd – Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê ku di saetên sibehê yên 13ê Hezîrana 2025an de dest pê kirin, daxuyaniya yekem a Tirkiyeyê ji aliyê Cîgirê Serokê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik ve hat dayîn.

Çelik, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke tund parve kir û êrîş wek "barbar" û "neqanûnî" bi nav kirin.

Wî diyar kir ku Îsraîl bi vê êrîşê, zincîra êrîşên xwe yên hovane yên li herêmê zêde kiriye û got:

"Tu rewabûn an hinceteke vê êrîşê tune. Ev êrîşeke barbar e."

Çelik bal kişand ser hişyariyên Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê encamên kiryarên qirkirinê yên hikûmeta Netanyahû de û anî ziman ku Îsraîl bi vê êrîşê hewl dide balê ji sûcên xwe yên li Xezeyê dûr bixe, nemaze di demekê de ku zexta navneteweyî li ser wê zêde dibin.

Wî her weha rexne kir ku Îsraîl, di dema danûstandinên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de, bi vê êrîşê nîşan dide ku "dijmina hewldanên aştiyê ye".

Çelik bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşkariya Îsraîlê, ku gefê li cîhanê dixwe, tedbîrên hevbeş û bi bandor wergire.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.