Li Afrîkaya Başûr felaketa lehiyê: 57 mirî

PeyamaKurd- Li eyaleta Eastern Cape ya Afrîkaya Başûr, di encama lehiyan de herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Eastern Cape ya li başûrê rojhilatê Afrîkaya Başûr, di rojên dawî de baranên zêde barîn û bûn sedema lehiyan.
Wezîrê Hikûmetê Velenkosini Hlabisa diyar kir ku ji roja sêşemê ve di lehiyan de 57 kes mirine. Rayedarên herêmî jî destnîşan kirin ku herî kêm 58 dibistan û 20 nexweşxane zirar dîtine û bi sedan malbat jî bêmal mane.
Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa ragihand ku wî Navenda Rêveberiya Afatên Neteweyî ji bo alîkariya rêveberiya herêmî xebitandiye û dê roja Înê serdana herêmê bike.
Bi taybetî li Mthatha û derdora wê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja sêyemîn de didomin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




