Trump gef li Îranê xwar: Divê berî ku tiştek ji wan nemîne rêkeftinekê bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de derbarê şerê Îsraîl-Îranê de gotinên tund li dijî Îranê bi kar anî. Trump diyar kir ku wan gelek derfet daye Îranê ku bigihîje rêkeftinekê û diyar kir ku rêveberiya Tehranê dikarîbû ji van derfetan sûd werbigirta.
"Min gelek caran şans da Îranê"
Trump di daxuyaniya xwe de got,
"Min gelek şans dane Îranê ku peymanekê çêke. Min bi gotinên herî tund ji wan re got, 'Tenê bike.' Lê çi qas hewl bidin jî, çi qas nêzîk bibin jî, ew nikarin wê pêk bînin."
Trump got, "Min got, 'Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bê guman, alavên leşkerî yên herî baş ên cîhanê hildiberîne,' û min got ku Îsraîl gelek ji wan amûran heye, û yên din jî di rê de ne. Min lê zêde kir ku ew tam dizanin ka meriv wan çawa bikar tîne,"
"Rewş wê xirabtir bibe"
Trump got ku hin berpirsên Îranî daxuyaniyên wêrek dane lê ji encamên wê bêxeber bûne û got, "Hin şahbazên Îranî wêrek axivîn, lê wan nizanibû dê çi bi serê wan de were. Niha ew hemî mirine û rewş wê xirabtir bibe."
"Ji bo rawestandina komkujî hîn dem heye"
Trump diyar kir ku tiştên qewimîn encamên cidî hebûn û got, "Berê mirin û wêraniyeke mezin çêbûye", di heman demê de tekez kir ku hîn jî rêyek ji bo çareseriyê heye û daxuyaniya jêrîn da:
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin."Lê hîn jî dem heye ku ev qetlîam were rawestandin. Êrîşên plankirî yên din dê pir hovanetir bin. Divê Îran berî ku tiştek nemîne peymanekê bike û tiştê ku berê wekî Împeratoriya Farisî dihat nasîn rizgar bike. Êdî mirin tune, êdî wêranî tune. Tenê bikin, berî ku pir dereng be."





