Reuters: IŞİD li Sûriyê û Iraqê ji nûh de xwurt dibe

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku İŞID li Sûriyê û Iraqê ew hucreyên IŞİDê yên ku wan xewandine, niha aktîf dikin û planên êrîşan dikin. Lê niha aktîvîta rêxistinê bi sînore û ber li gelek êrîşên İŞIDê girtine.
Li gor xebera Reutersê; rayedarên di asta bilind yên Rojavayî û diplomat dibêjin ku IŞİD dixwaze ji rewşe ku her dû welat tê de ne fêde bibîne û ji nûh de xwe bide hev.
Li gor çavkaniyan; DEAŞ an ku IŞİD mîlîtanên xwe yên li Iraqê û Sûriyê dixe nav tevgerê, hedefên nûh nîşanî wan dide, çekan li wan belav dike û lezê dide xebatên propogandeyê. Li gor ragihandina hêzên asayîşê; van xebatên rêxistinê niha di bandorekî sînordar de ye.
Di meha dawiyê ya sala borî de, dema rejîma Esad dê biketa, fermandarên IŞİDê li Sûriyê li bajarê Raqayê civiyabûn û 2 nûneran dişandin Iraqê. Lê ev hat tesbîtkirin û her dû kes li Herêma Kurdistanê hatin girtin.
Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku niha li Sûriyê û Iraqê di navbera 1.500 û 3.000 hezarî de mîlîtanên IŞİDê hene. Lê li gor rêjeyên grûba îstîxbarata SITEyê rêxistin niha li Afrîka gelek aktîv e.
Li gor rêvebira SITEyê Rita Katz; kêmbûna êrîşên DEAŞê yên li Sûriyê nayê vateya qelsbûna rêxistinê. Katz, dibêje ku dibe ev nîşana amadekariya stratejiyekî nûh be.
Li gor ragihandina 3 rayedarên Sûriye ku ji ajansa Reutersê re gotine; IŞİD hucrên xwe yên razayîne xistiye nav tevgerê û li bajarên Helebê, Humusê û Şamê û gelek ciyên din, ji bo navendên bajaran silah, çekên bêdeng û madde yên teqemeniyê, dest bi sewqiyata wan kirine.
Şêwirmendê ewlehiya Iraqê Ali al-Saidi, ragihandiye ku rêxsitin li Çiyayê Hemrînê û di guzergahên girîng de dest bi lebatê kirine. Rayedar bi endîşene ku depoyên çekên rejîma Esad dibe bikevin destê IŞİDê û van çekan bibin Iraqê.
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




