Lîderên 3 welatên Ewropayê êrîşa ser Îranê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bi rêya telefonê êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê û geşedanê dawî gotûbêj kirin.
Berdevkê Hikûmeta Federalî ya Almanyayê Stefan Kornelius bi daxuyaniyeke nivîsî ragihand, Merz, Macron û Starmer pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Kornelius da zanîn ku hersê serokan êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê gotûbêj kirine.
Berdevkê hikûmeta Alman Kornelius got, "Serokan êrîşên îro yên Îsraîlê bi ser bernameya nukleerî ya Îranê de û bersiva leşkerî ya Îranê nirxandin. Herwiha biryar dan ku di têkiliyê de bin.”
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




