Pûtîn li ser şerê Îsraîl û Îranê daxuyanî da

Pûtîn li ser şerê Îsraîl û Îranê daxuyanî da

 

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê hem bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û hem jî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re axivî.

Kremlinê duh ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê hem bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re axiviye.

Li gorî daxuyaniyê, Pûtin di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Serokwezîrê Îsraîlê re êrîşên li ser Îranê wekî binpêkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) û qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Pûtîn her weha ji Netanyahû re got ku ew amade ye di navbera Îsraîl û Îranê de navbeynkariyê bike.

Ji aliyekî din ve, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serokatiya Îranê ve hatiye dayîn, hatiye gotin ku Pizişkiyan ji Pûtin re gotiye ku ew ê bi awayekî guncaw bersiva êrîşên Îsraîlê bidin.

Pizişkiyan her weha got ku Îran li dû çekên nukleerî nîn e û amade ye ku vê yekê ji civaka navneteweyî re piştrast bike.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.