Îsraîl: Eger Xamineyî mûşekan biavêje, em ê Tehranê bişewitînin

Îsraîl: Eger Xamineyî mûşekan biavêje, em ê Tehranê bişewitînin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz hişyarî da Tehranê û got, eger Îran dîsa êrîşa mûşekî bike, ew ê Tehranê bişewitînin.

Ev gef piştî êrîşa Îranê ya “Soza Rast 3” hat, ku tê de 200 mûşek avêtin Îsraîlê, 3 sivîlan can da û zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

Encumena Asayîşê ya Îsraîlê bi serokatiya Benjamîn Netanyahû zirarên êrîşê nirxandin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku sîstema berevaniyê 150 mûşek têk biriye, lê hin mûşekan zirar gihandiye avahiyan.

Her weha Îsraîl ji saetên nîvro ve (12:00) di serî de Tehranê, li Tebrîzê û Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê gelek tesîsên Îranê careke din bomberan dike.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.