Rêberê Şîeyan bang li civaka navdewletî kir: Zextê li Îsraîlê bikin

Rêberê Şîeyan bang li civaka navdewletî kir: Zextê li Îsraîlê bikin

PeyamaKurd- Rêberê Bilind ê Şieyan Elî Sîstanî, piştî rêze êrîşên Îsraîlê bi ser Îranê de, ji civaka navdewletî daxwaz kir ku zextê li Îsraîlê bikin.

Sîstanî îro 13ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li ser êrîşên Îsraîlê eşkere kir û wiha got:

"Ew sûcê ku rejîma dagirker pêk anî û bû sedema şehîdbûna komek zana û fermandarên leşkerî û welatiyên Îranî ku di nav wan de jin û zarok hene.

Her wiha êrişkirina ser hinek dezgeh û navendên zanistî yên welat, metirsî û xwezaya dijminkarî ya vê rejîmê careke din piştrast kir. Em hêvî dikin ku civaka navdewletî zextê li ser vê rejîma destdirêjkar û piştgirên wê bike da ku pêşî li ducarebûna êrîşên bi vî rengî bigire."

Li gorî Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne. Herwiha hejmarek zêde ya fermandarên pilebilind ên Îranê jî di êrîşan de hatine kuştin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.