Fuze ya ku ji Yemenê avêtin li Şerîa Rojava ket

PeyamaKurd – Fuze ya ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê de hat avêtin da li Îsraîlê bixin, fuze ket Şerîa Rojava nêzî bajarê Xelîl. Di bûyerê de 3 zarok birîndar bûn.
Ragihandin ji aliyê artêşa Îsraîlê de hat kirin. Berdevkiya artêşa Îsraîlê ragihand ku ji ber avêtina fuzê alarm lêdane û hewl dane ber li fuzeyê bigrin.
Piştî vê daxwuyaniyê artêşa Îsraîlê car din daxwuyaniyekî da û got ku fuze ketiye nêzî bajarê Xelîlê yê li Şerî’a Rojava.
Li ser bûyerê Heyva Sor ya Fîlîstînê daxwuyanî da û di daxwuyaniyê de got ku perçên şarapnelê ketine jîngeha Saîrê ya nêzî bajarê Xelîlê û di encamê de 3 zarok birîndar bûne.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




