Îranê gef li Îsraîlê xwar: Cîhan dê matmayî bimîne

PeyamaKurd – Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê di daxuyaniyekê de got, "Amerîkayê hewl da ku bi danûstandinan me bixapîne, em li dijî xweerestiya wan rawestiyan. Moşekên Xeyber dê di demek nêzîk de werin avêtin; cîhan dê matmayî bimîne ji tiştê ku dê bimîne."
Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, Ehmedî Wahidî got ku ew ê êrîşeke nû ya mûşekî li dijî Îsraîlê bikin û êrîş dê ji 2 hezar mûşekan pêk were.
Di 13ê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên berfireh li dijî tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her weha fermandariya bilind a leşkerî pêk anîn.
Di êrîşan de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî mirin, lê hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl wekî 78 hate ragihandin.
Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Îranê ya li dijî Îsraîlê de bi mûşekên balîstîk 3 kes mirine û herî kêm 91 kes jî birîndar bûne
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




