Îsraîlê vê carê li tesîsên Fordo yên rojavayê Tehranê xist

Îsraîlê vê carê li tesîsên Fordo yên rojavayê Tehranê xist

PeyamaKurd – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Îranê dewam dikin. Îsraîlê vê carê li Rojavayê Tehranê li tesîsên nuklerî yên bi navê Fordoyê xist.

Li Tehranê teqîn dewam dikin û li gor ajansa fermî ya Îranê ya Farsê; vê carê tesîsa Fordo bûye hedefa Îsraîlê û di tesîsê de 2 teqînên mezin çêbûne. Medya Îranê ragihandiye ku nêzî tesîsa nuklerî İHAyekî Îsraîlê xistine.

Îsraîlê serê siba jî li Tehran, Tebrîz, Kirmanşah, Huzistan, Îlam û İsfahanê li tesîsên Natanzê xistibû. Hem li Azerbeycana Îranê li rafîneriya Tebrîzê xistibû. Ji bilî wan jî li Tebrîzê li baregeha hewayî ya Şehîd Fakjuri, li devera Karamelek-Dizelabadê, artêşa Aşûra û dora qolordûya Xasban û ciyê çavdêriyê ya Merage xistibû.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.